Ji bo girtiyên li Îranê di greva birçîbûnê de banga piştevaniyê

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ku li 59 girtîgehên Îranê hatiye destpêkirin di hefteya 131’ê de didome.

Endamên kampanyayê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ji destpêka sala 2026’an vir ve hejmara kesên hatine darvekirin gihîştiye herî kêm 303 kesan.

Kampanyayê di beşek din a daxuyaniyê de ev tişt got: “Greva 1500 girtiyan li Beşa 2’yemîn a girtîgeha Qizilhîsarê du hefte ne didome lê rayedarên girtîgehê û berpirsên din ên rejîma darvekirinê, bersiva daxwazên wan nedane.”

Daxuyaniya Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ wiha ye:

“Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’, salvegera darvekirina du girtiyên siyasî, Behrûz Ehsanî û Mehdî Hesenî ku endamên kampanyaya ‘Ji darvekirinan na re’ ne, bi bîr tîne. Di 20’ê Tîrmeha 2026’an de, ev herdu girtiyên siyasî piştî lêdanan ji bo darvekirinê birin beşa girtiyên siyasî ya Girtîgeha Qizilhîsarê. Girtiyên din ên siyasî yên li vê beşê jî rastî êrîş û lêdanên herî hovane hatin û malbatên wan hê jî nizanin ew li ku hatine veşartin.

Hikûmeta Velayet-i Fakih a kapîtalîst nerazîbûnên li dijî darvekirinan paşguh dike û her roj darvekirin û kuştina welatiyan didomîne.

Hefteya bihurî ligel bi dehan girtiyên ku bi sûcên giştî hatine mehkûmkirin, girtiyê siyasî Mehdî Henakî bêyî mafê darizandineke adil hat darvekirin.

Her wiha weke berdewamiya van tepeseriyan, girtiyên siyasî Îsa Çarî, Emîr Hesen Ekberî-Manfard, Sepehr Emîrzadeh, Ekber Erebzadeh û Mehdî Erebzadeh jî cezayên darvekirinê yên nemirovane girtin. Hejmara kesên ku ji destpêka sala 2026’an vir ve hatine darvekirin gihîştiye 303 kesan.

Di bersiva bertekên navneteweyî yên li ser darvekirin û cezakirinê de, hefteya borî Komîteya Lêkolîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî li ser cezayên darvekirinê yên ku li ‘Meydana Elîxanî’ ya li Esfahanê li girtiyan hatine birîn hişyarî da û xwest ku ceza bê rawestandin.

Yekîtiya Ewropayê her wiha ceza da pênc dadwerên ku cezayê darvekirinê û cezayên din ên nemirovane dane. Navên wan wiha ye:

Mustafa Narîmanî, Serokê Şaxa 3’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Kerecê

Ebolfazl Amerî Şahahrabî, Serokê Şaxa 1191’emîn a Dadgeha Cezayê Duyemîn a Tehranê

Mehdî Rasekîi, Dadwerê Şaxa 3’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê

Mohammad Reza Amozad, Serokê Şaxa 28’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê û Dadwerê Şêwirmend ê Şaxa 15’emîn a heman dadgehê

Mihemed Reza Tavakolî, Serokê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Esfahanê

Greva hezar û 500 girtiyên li Beşa 2’yemîn a girtîgeha Qizilhîsarê ku du hefte ye didome, heta niha berpirsên girtîgehê û rayedarên din ên di vê rejîma cezayî de bersiva daxwazên wan nedane.

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ destekê dide girtiyên li Beşa 2’an û bang li kesên xwedî wijdan û civaka navneteweyî dike ku bibin dengê van girtiyan û hemû kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.”